خرید بک لینک

Terorîstên DAÎŞ`ê şeva borî li Kerkûkê êrişî enîyên hêzên kurd ên pêşmerge û çekdarên PKK`ê kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, DAÎŞ`ê şeva borî di demjimêr 00:00`an de li başûrê Kerkûkê li gundê Germokê, êrişî eniyên HPG-YJA Star û pêşmergeyan kir.

Li gorî agahiyên Spûtnîk`ê, DAÎŞ`ê bi çekên giran êrişî çekdarên PKK`ê û pêşmergeyan kir. Hêzên kurdan jî di cih de bersiv dan û şer heta serê sibehê, demjimêr 05:00`an berdewam kir. Piştî şer balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî jî li derdora demjimêr 06:00`an eniyên DAIŞ`ê bombebaran kirin.

Herwiha derbarê şer û bombebaranê de agahiyên zêdetir tinenin, lê DAÎŞ`ê derbeyeke mezin xwariye.

کۆدی بابهت: 57726 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۹ | کاتژمێر: 16 : 23

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 20 خرداد 1395 ساعت: 4:13

صفحه بندی