Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku konvoyeke tiran ku çek têde bûn ji sînorê Tirkiyeyê çû herêma Helebê ya di bin kontrola DAIŞê de.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kamyonên tijî çek û cebilxaneyê di ser sînorê Tirkiyeyê re, derbasî herêmên bakûrê rojhilatê Helebê bûn.
Di daxyaniya navendê de hat gotin ku kamyon bi awayekî serbest ji sînor derbasî herêmên di bin dagirkeriya komên terorîst ên Koalîsyona Sûriyeyê de bûn û ji wir jî berê xwe dan herêmên di bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ`ê de û derbasî herêmên wan bûn.
کۆدی بابهت: 57725 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۹ | کاتژمێر: 16 : 4
برچسب:
نویسنده: استخدام کار