خرید بک لینک

Fehd Qasim El-Frîh, wezîrê Sûryeyê yê parastinê ji bo beşdarbûna di civîna sêalî ya Îran, Rûsya û Sûryeyê a taybet li ser têkoşîna li hember terorê gihîşt Tehranê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê îdareya giştî ya propagandayên wezareta parestinê, civîna sêalî ya wezîrên parastinê yên Îran, Rûsya û Sûryeyê sibehê li Tehranê tê lidarxistin. Di civînê de wê guherînên dawiyê yên herêmî, navnetewî û rêkarên xurtkirin û berfirehkirina têkoşîna li hember terorê bên nîqaşkirin.

Wezîrê parastinê yê Sûryeyê wê herwiha li gel serdar Dihqan, hevtayê xwe yê îranî jî bicive û li ser mijarên dualî û herêmî gotûbêj bikin.

کۆدی بابهت: 57783 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۰ | کاتژمێر: 19 : 53

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 21 خرداد 1395 ساعت: 1:34

صفحه بندی