خرید بک لینک

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê got: Ez bi awayekî hişk û cidî dibêjim ku bêrêziya li hember hevjînên pêxember, bêrêziya li hember cenabê wî bi xwe ye.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê kovara Xeta Hizbulahê, rêberê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina li gel xebatkarên merasîma Sedefa Kewserê de got: Bêrêziya li hember hevjînên pakîze yên pêxember nayê pejirandin. Ew hevjînên pêxember û xwedan rêz û keramet in. Her kesê/a ku li hember hevjînên pêxember bêrêziyê bike, li hember pêxember bi xwe bêrêziyê dike, ez vê yekê cidî û ji dil û can dibêjin. Hz. Elî li hember rêzdar Eyşeyê wisa tevgeriya… Li hember jina ku hatibû şerê wî, bi rêz û hirmet tevgeriya. Ji ber ku ew hevjîna pêxember bû, ji xwe Emîrelmuminîn ji ti kesî/ê neditirsiya. Bi vî awayî divê bêrêzî qet tinebe.

کۆدی بابهت: 57809 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۱ | کاتژمێر: 18 : 28

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 21 خرداد 1395 ساعت: 21:20

صفحه بندی