Beşa zazakî ya Zanîngeha Dêrsîmê îsal yekemîn derçûyên xwe dide.
Li hinek zanîngehên Tirkiyeyê beşên zaraveyên kurmancî û zazakî (Kirmanckî/Kirdkî/Dimilkî) hatine vekirin, lê heta niha zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdeyê.
Li Zanîngeha Dêrsîmê bi tevlîbûna bi hezaran xwendekaran ahenga derçûnê hat sazkirin.
Xwendekaran dîplome û şehadeyên xwe yên derçûnê ji destê mamostayên xwe wergirtin.
Zanîngeha Dêrsîmê di sala 2008`an de hatiye avakirin. Beşa zazakî ya vê zanîngehê jî îsal yekemîn mezûn û derçûyên xwe dide.
Mamostayên beşa zazakî mezûnbûn û gihîştina mamostayên zazakî wekî rojeke dîrokî bi nav dikin.
Daxwaza bingehîn a derçûyên beşa zazakî ew e ku zazakî li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê. Da ku ew jî wekî mamosta bên erkdarkirin.
Ji beşa zazakî îsal 30 kes mezûn dibin û ji bo mamostatiyê amade ne. Lê belê bi egereke mezin pirraniya wan vala dimînin. Ji ber ku heta niha zazakî û kurmancî li Tirkiyeyê nebûne zimanê perwerdeyê.
کۆدی بابهت: 57878 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۴ | کاتژمێر: 9 : 22
برچسب:
نویسنده: استخدام کار