Piştî ku wezareta berevaniyê ya Fransayê ragihand ku hêzên wan li Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de alîkariya hêzên kurd û ereb dikin, dest bi avakirina navendeke leşkerî li bajarê Kobaniyê kir.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, Fransa dest bi avakirina navendeke leşkerî li ser girê Miştenûrê li bajarê Kobanê dike.
Li gor çavdêrên siyasî avakirina navendeke leşkerî bi armanca niştecîhkirina şêwermend û pisporên leşkerî yên fransî li wê navçeyê piştî wê yekê pêk tê ku Fransayê berî niha ragihand ku ew di şerê li dijî DAIŞ`ê de li bajarokê Minbicê alîkariya hêzên kurd û ereb dikin.
کۆدی بابهت: 57880 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۴ | کاتژمێر: 9 : 21
برچسب:
نویسنده: استخدام کار