Selahedîn Demirtaş, hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: Eger heye ku şerê niha yê di navbera PKK û hikûmetaTirkiyeyê de bibe sedema derketina şerê di navbera kurd û tirkan de.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, hevserokê HDP`ê di hevpeyvîna li gel rojnameya Irish Times a îrlendî de got: Heta ku aramî li Tirkiyeyê pêk neyê, li Sûriyeyê jî çareserî pêk nayê, pirsgirêkên li herdu welatan girêdayî hev in.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku eger heye ku ev şer Tirkiyeyê di navbera kurd û tirkan de dabeş bike û ev yek jî gelekî metirsîdar e.
Herwiha got ku wî bi berdewamî xwestiye ku bi aştî siyasetê bike, lewma ew amade ye ku li gel Erdoxan bicive, bi vê mercê ku civîn ji bo rawestandina şer û çareseriya pirsgirêkan be.
Li gorî agahiyên ku hevserokê HDP`ê dane, heta niha ji ber şerê li bajarên kurdan, 500 hezar kurd ji gund û bajarên xwe koçber bûne, bi hezaran kesên din jî ti cih tine ku wan bihewîne û 10 navçe jî bi temamî kavil bûne, lewma “Em daxwaza alîkariya lezgîn ji bo wê xelkê dikin”.
کۆدی بابهت: 57980 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۵ | کاتژمێر: 9 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار