Serokkomarê Îranê got: Serokkomarê Îranê got: Raberkirina mînaka jina misilman û pirxebat di civakê de li qada navneteweyî erka mezin a jinên îranî ye.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Hesen Rohanî, serokkomarê Îranê êvara duşemiyê di merasîma fitara li gel jinên xebatkar ên medenî de axivî û destnîşan kir: Dewleta Îranê derfeta hizûra jinan di warên civakî, siyasî û aborî de mafê wan dizane.
Rohanî destnîşan kir: Pêwîst e ku jinên îranî yên ji her qewm û etnîkekê di pêvejoya geşepêdana siyasetên aboriya xweragir de zêdetir pişkdariyê bikin.
Serokkomarê Îranê got: Raberkirina mînaka jina misilman û pirxebat di civakê de li qada navneteweyî erka mezin a jinên îranî ye.
Wî herwiha bal kişande ser serkeftin û şanaziyên jiinên îranî yên di warên zanist, spor û hunerê de û ragihand: Jinên îranî di saya Înqilaba Îslamî de rêz û hirmeteke zêde ji bo exlaq û manewiyetê digirin û li kêleka vê yekê jî di xebatên civakî de pişkdariyê dikin û ya ku îslamê diyar kiriye ev e ku ewlehiya tam a mêr û jinan li kêleka hevdu pêkan e.
Çavkanî; SAHAR TV
کۆدی بابهت: 58030 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۵ | کاتژمێر: 15 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار