Tê gotin ku dewleta Tirkiye û PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) rêk dikevin û yek ji xalên rêkeftinê jî veguhestina rêberê PKK`ê Ebdulah Ocalan a ji Îmraliyê bo cîhekî din e.
Li gor rapora Kurdpress`ê, çavkaniyeke leşkerî ya ji hêzên Sûriyeya Demokratîk ji BasNews`ê re ragihand ku li gor rêkeftina Tirkiye û PKK`ê, gerîlayên PKK`ê wê ji nav bajaran derkevin û Tirkiye jî rê ji bo derbasbûna YPG`ê ji Çemê Firatê veke, ango rê bide ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe.
Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, rêkeftin di sê hefteyên derbasbûyî de pêk hatiye û xaleke rêkeftinê jî veguhestina rêberê PKK`ê Ebdulah Ocalan ji girava Îmraliyê bo cîhekî din e ku gotûbêj û serdanên fermî li gel hikûmetê asantir bibin.
کۆدی بابهت: 58029 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۵ | کاتژمێر: 14 : 55
برچسب:
نویسنده: استخدام کار