Piştî ku depoya Weşanxaneya Avestayê ya li Amedê hat şewitandin, Weşanxaneya Avestayê wê bi hezaran pirtûkên şewitî ji xwendevanan re diyarî bişîne.
Li gor rapora Kurdpress`ê, depoya Weşanxaneya Avestayê ya ku li navçeya Sûrê ye çar roj berê ji aliyê hin kesên nenas ve bi şev bi molotofê hate şewitandin. Bi hezaran pirtûkên di depoyê de şewitîn û gelek kitêb jî ji ber ava li ser şewatê hatiye reşandin zirar dîtine. Berpirsên weşanxaneyê diyar kirin ku ew ê pirtûkên şewitî û yên ku av li ser hatine reşandin ji xwendevanên ku wan pirtûkan dixwazin re diyarî bişînin.
Yek ji berpirsên weşanxaneyê Songul Keskin Duraker li ser şewata depoyê û pirtûkên ku ew dixwazin diyarî bişînin ji Sputnik Kurdistanê re axivî.
Durakerê got: Em nîvê şevê bi şewatê hesiyan, bi telefonê xeber dan me. Wan kesên ji terawîhên li mizgeftê derketine av avêtine depoyê û agir vemirandine. Li jor depoyê malek heye. Tişta me teselî dike ew e ku tiştek bi wê malê û malbatê nehat.
Durakerê destnîşan kir ku di depoyê de 20 hezar pirtûk hene û eger ew pirtûk hemî bişewitiyana wan dê careke din nikaribûna karê weşanxaneyê bikira.
Durakarê got: Piştî şewatê me piştgiriya xweş a xwendevanên xwe jî dît. Ji bo piştgiriyê dixwazin wan pirtûkên şewitî bikirrin. Em wan nafroşin, ji kesên dixwazin re em ê diyarî bişînin. Em ê e-mailekê vekin, xwendevanên ku dixwazin wê ji e-mailê re adresa xwe binivsînin û li kîderê be ferq nake, em ê pirtûkên şewitî bişînin adresa wan. Ew ê tenê heqê kargoyê bidin.
کۆدی بابهت: 58031 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۵ | کاتژمێر: 18 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار