Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan bi minasebeta Roja Neteweyî ya Rûsyayê ya 12`yê Hezîranê ji serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re nameyeke pîrozbahiyê şand.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa Anadoluyê, Erdoxan di peyama xwe ya ku di 12`ê hezîrana 2016`an de şandiye, destnîşan kiriye ku ew hêvî dikin ku di pêşerojê de têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bigihîjin asta ku heq dike.
Serokomar Erdoxan di peyama pîrozbahiyê ya ku ji Vladîmîr Pûtîn ra şand de wiha gotiye: Bi minasebeta Roja Neteweyî ya Rûsyayê ya 12`yê Hezîranê li ser navê gelê xwe pîrozbahiya hemî gelê Rûsyayê dikim û hêvî dikim ku di pêşerojê da têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bigihîjin asta ku heq dike.
کۆدی بابهت: 58032 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۵ | کاتژمێر: 19 : 9
برچسب:
نویسنده: استخدام کار