خرید بک لینک

Cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve yê di warê erebî û Afrîkayê de got: Kesên ku Hizbullaha Libnanê wekî rêxistina terorê bi nav dikin, yekîtî û ewlehiya Libnanê dikin armanc.

Li gor rapora Kurdpress'ê Hisên Emîrebdullahiyan, cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve yê di warê erebî û Afrîkayê de di axaftinên xwe de ku ji aliyê malpera fermî ya dewletê ve hat weşandin de got: Binavkirina Hilzbullaha Libinanê ku hêza herî xurt û bibandor a berxwedanê ye û herwiha berçavnegirtina hovîtî û cinayetên rejîma Îsrayîlê, xeletiyeka nû ye ku di berjewendiya ewlehî û asayîşa herêmê de nîne.

Cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve herwiha got: Komara îslamî ya Îranê di siyasetên xwe de yekîtiya neteweyî, ewlehî û asayîşa Libnanê û herwiha desteka hemî hêz û aliyên wê ji xwe re esas digire.

Wezîrên karên derve yên endamên Yekîtiya Ereban roja çarşemiyê di daxuyaniya xwe de ku di dawiya 33. civîna xwe ya ku li Tunesê hatibû lidarxistina de dan, Hizbillaha Libnanê wekî rêxistina terorê bi nav kirin û ew wekî sedema tevliheviya herêmê destnîşan kirin.

کۆدی بابهت: 53807 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۳ | کاتژمێر: 16 : 59

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 13 اسفند 1394 ساعت: 21:35

صفحه بندی