Nûnerê weliyê feqîh ê li parêzgeha Sineyê got: Parastina yekîtiyê erka her misilmanekî/ê ye, ji ber ku yekîtî sedema herî girîng a vejandina pênase û çanda îslamî li cîhanê ye.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya nivîsgeha nûnerê weliyê feqîh ê li parêzgeha Sineyê, aytulah Seyid Mihemed Şahrûdî di civîna li gel berpirsên saziyên çandî yên parêzgeha Sineyê de meha remazanê li wan pîroz kir û got: Civîn û kombûnên zaniyarên olî û rayedaran pirr girîng e, ji ber ku ev yek dibe sedema yekîtiyê.
Wî diyar kir ku Îran çavkaniya şaristaniya îslamî ye û wiha got: Roja îroyîn li cîhanê di navbera şaristaniya îslamî û şaristaniya madî ya rojava de lêkdan û şer heye û ev şerê şaristaniyan piştî çêbûna înqilaba îslamî dest pê bû.
Ayetulah Şahrûdî di beşek ji axaftinên xwe de bal kişande ser xebatên dezgeh û saziyên çandî yên li parêzgeha Sineyê û wiha got: Parastina yekîtiyê erka her misilmanekî/ê ye, ji ber ku yekîtî sedema herî girîng a vejandina pênase û çanda îslamî li cîhanê ye.
کۆدی بابهت: 58083 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۶ | کاتژمێر: 15 : 16
برچسب:
نویسنده: استخدام کار