Li gor projeyeke li dijî jîngehê ku ev 2 sal in ji aliyê şaredariya Îalmê ve hatiye destpêkirin, darên temendirêj tên birrîn.
Li gor rapora Kurdpress`ê, tevî ku di vê heyamê de gellek çalakvanên jîngeparêz li hemberî vî karê şaredariyê nerazîbûn nîşan dane û xwestine ku birrîna daran bê sekinandin, lê ev bûyera xemnak a birrîna darên Îlamê ku ji bo berfirehkirina kolanên bajêr tê kirin, hîn berdewam dike.
Di vî 2 salî de darên temendirêj ên kolanên Îlamê, bi pirranî ên li taxên kevnar û navendî yên bajêr, bêyî ku ti tevdîrek ji bo veguhestina wan bê dîtin, tên birrîn.
Têkildarî vê mijarê û hevdem li gel Hefteya Jîngehê li Îlamê hejmarek ji parêzvan û dilsozên jîngehê li hember vê hewla şaredariyê kombûnek li dar xistin û nerazîbûn nîşan dan.
کۆدی بابهت: 58081 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۶ | کاتژمێر: 14 : 52
برچسب:
نویسنده: استخدام کار