خرید بک لینک

Meclîsa Leşkerî ya Mibicê di 15 rojên operesyona rizgarkirina Mibicê ji çeteyên DAIŞ`ê de firehiya hezar km2 ji çeteyan rizgar kirin û derdora hezar çete hatin kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bi daxuyaniyekê bîlançoya 15 rojan a operesyona rizgarkirina Minbicê eşkere kir.

Daxuyanî li gundê Kabir El-Kebîrê bi beşdariya dehan dezgehên ragihandinê ji kantona Cizîrê û Kobanê û fermandarê giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Abû Mecid û berdevkê meclîsê Şervan Derwîş ve hat dayîn.

Abû Emced diyarkir ku Hêzên wan çete di hinder Mibicê de tengavkirine û wiha axaftina xwe domand: Hêzên me çete di hinder Minbicê de tengav kirine. Çeteyên DAIŞ`ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin, ev yek jî pêşveçûna şervanên me di eniya şer de asteng dike û bandoreke mezin li ser erdê dike.

Abû Emced destnîşankir ku hêzên wan bi moraleke bilind li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin û got: Hêzên me bi moraleke bildind li dijî çeteyan şer dikin û karîne ku çeteyan li ser erdê lewaz bikin. Hêzên me ji roja 1`emîn a opersyonê ve heta niha karîne li gundewarên Minbicê bi ferehiya hezar km2 ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. Her wiha di vê operesyonê de derdora hezar çeteyî hatine kuştin û birîndarkirin. Her wiha di çarçoveya operesyonê de 560 cenazeyên çetyan ketin destê şervanên me û miqdarekî mezin ji cebilxaneya çeteyan hat desteser kirin.

Fermandarê giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mecîd di dawiya axaftina xwe de bang li sivîlên Minbicê kir ku dûrî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li hindir bajarê Mibicê bikevin.

کۆدی بابهت: 58087 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۶ | کاتژمێر: 20 : 0

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 خرداد 1395 ساعت: 1:50

صفحه بندی