Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku vexwarina qehweyê nabe sedema şêrpenceyê.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Şêrpenceyê ya RTD`yê derheqê wê yekê ku qehwe dibe sedema şêrpenceyê de ragihand: Têra xwe delîl tune.
Hat destnîşankirin ku bêhtirî hezar xebatî hatine kirin û di encamê da derketiye holê ku nabe qehwe di nava berhemên ku dibin sedema şêrpenceyê de were sinifandin.
Lêbelê rêxistinê di xebata xwe da bal kişand ku vexwarinên ku zêde bi germî tên xwarin, xwedan metirsiya şêrpenceya xeneqê (qirikê) ne.
Jêder: AA
کۆدی بابهت: 58086 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۶ | کاتژمێر: 19 : 36
برچسب:
نویسنده: استخدام کار