خرید بک لینک

Rojnameya Cumhuriyeta Tirkiyeyê belgeyên bi deng û qeydkirî yên têkildarî hevkariya komîteyeke ser bi dewletê li vî welatî li gel rêxistina terorê ya DAÎŞ`ê bi armanca şandina çekan ji bo terorîstên DAIŞ`ê eşkere kirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê TV`ya SAHAR`ê, li gor dengên qeydkirî, Oxûzxan Gizilmecî yek ji çeteyên rêxistina terorê ya DAÎŞ`ê û hevahengkirê operasyona veguhestina amûr û alavên leşkerî û terorîstan bo Sûriyeyê di roja 23`yê îlona 2013`an de bi rêya telefonê li gel kesekî bi navê Yûsif li bara şandina çek û amûrên leşkerî bo Sûriyeyê axiviye.

Gizilmecî di vê hevpeyvîna telefonî de dibêje: Rewş ji bo derbasbûna kamyûneke mezin û sê vanetên tijî amûr û cebilxane bi alîkariya Komîteya Hawargihanî, Mafên Mirovan û Azadiyên Tirkiyeyê ji sînorê vî welatî bo Sûriyeyê hatiye amadekirin, baş e.

Li gorî vê raporê, Gizilmecî tevî kirîna amûr û alavên leşkerî li gel 4 kesên din sînor derbas kiriye û çûye Sûriyeyê, lê polîsê Tirkiyeyê ev operasyon paşguh kiriye û ti hewlek ji bo girtina van 5 kesan nedaye.

Rojnameya Cumhuriyetê li meha hezîrana sala 2015`an de jî fîlmek weşand ku tê de kamyonên Rêxistina Sîxoriya Tirkiyeyê ango MIT`ê barên çek û cebilxaneyan ku li nav paketên dermanê hatibûn bicihkirin, ji bo terorîstên DAIŞ`ê li Sûriyeyê dibirin.

Dewleta Tirkiyeyê li hemberî weşandina vê fîlmê sekinî û rojnameya Cumhuriyetê girt.

کۆدی بابهت: 58110 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۷ | کاتژمێر: 10 : 26

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 خرداد 1395 ساعت: 13:26

صفحه بندی