Li herêma Şinoyê di navbera çekdarên ser bi rêxistineke kurdî û hêzên sipahê de şer derket û di encamê de 9 endamên hêzên çekdar hatin kuştin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, duh, roja çarşemiyê di demjimêr 15`an de li herêma Şinoyê di navbera komek ji çekdarên ser bi rêxistineke kurdî ku ji 12 kesan pêk dihat û hêzên sipaha pasdaranê de şer derket û di encamê de 9 cenazeyên ser bi çekdaran li cihê şer bi cih man.
Li gor çavkaniyên nêzî sipahê ev kom ji aliyê xelkê herêmê ve hatiye tesbîtkirin û di şerê li gel hêzên xwebexş ên herêmê û sipaha pasdaranê de hatine kuştin û çarenivîsa 3 kesên din jî hîn diyar nîne.
Di vî şerî de 2 endamên sipahê yên xelkê Şinoyê jî jiyana xwe ji dest dane.
Vî şerî di rewşekê de rû daye ku hin rêveberên partiyên dijber ên kurd ên îranî rojên derbasbûyî di axaftinên xwe de diyar kiribûn ku hewlên wiha yên çakdarî nayên encamgirtin.
کۆدی بابهت: 58106 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۷ | کاتژمێر: 9 : 44
ناردنی بۆچوون
برچسب:
نویسنده: استخدام کار