خرید بک لینک

Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê tevahiya Çiyayê Kurmênc ku li bakûrê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê ye û wekî cihekî stratejîk tê zanîn, bi dest xist.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê tevahiya Çiyayê Kurmênc ku li bakûrê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê ye û wekî cihekî stratejîk tê zanîn, bi dest xist. Artêşê bi saya Rûsyayê rêxistina El-Nûsra û grûbên cihadîst li wir paqij kirin.

Artêşa Sûriyeyê ji bo ku herêma Çiyayê Kurmenc rizgar bike 5 roj berê bi 7 hezar leşkerî ve operasyona bejahî da dest pê kirin, duh di nava rojê de jî bajarokê Eyn Îsa bi dest xistibûn. Artêşê piştî şerê 5 rojan yê bi rêxistinên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Artêşa Azad a Sûriyeyê 43 milîtan bi kuştî bi dest xistin û 37 milîtan dîl girtin. Hat ragihandin ku di operasyona Çiyayê Kurmênc de 7 leşkerên artêşê jî hatine kuştin.

Piştî ku çiyayê stratejîk kete destê artêşê hinek milîtan reviyane Tirkiyeyê û yên mayîn jî xwe li herêmê vedişêrin. Ji bo ku nêzî sînorê Tirkiyeyê cihekî stratejîk e, êdî wê grûbên terorîst ji wir nikaribin moşekan biavînin bajarê Lezqiyeyê û ji Tirkiyeyê dê hew çek werin derbaskirin.

کۆدی بابهت: 58151 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۷ | کاتژمێر: 16 : 46

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 خرداد 1395 ساعت: 19:51

صفحه بندی