خرید بک لینک

Komîsyona girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkera kir ku DAIŞ'ê li Sûriyeyê û Îraqê li hemberî êzidiyan komkujî pêk aniye. Di ropora ku ji hêla konseyê ve hat amadekirin de, hat gotin: Hatiye xwestin ku 400 hezar êzîdî bên kuştin, wekî kole bên bikaranîn û bi sûcên cuda re rû bi rû hatine hiştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, komîsyona girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), derbarê çalakî û sûcên ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve li Sûriye û Îraqê hatine kirin de lêkolîn kir û derbarê komkujiyên ku hatine kirin de raporek hat amade kir.

Di raporê de hat aşkerakirin ku DAÎŞ'ê li Sûriye û Îraqê komkujî pêk aniye, bi vê rêyê hatiye xwestin ku 400 hezar êzîdî bên kuştin, wekî kole bên bikaranîn û bi sûcên cuda re rû bi rû hatine hiştin.

Di raporê de hat piştrastkirin ku "komkujiya li hemeberî êzidiyan didome" û hat aşkerekirin ku hîn jî 3 hezar û 200 jin û zarokên êzidî di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne. Derbarê mijarê de li ser Dadgeha Cezayên Navneteweyî hat rawestandin. Pisporan bang kir ku divê ji bo rizgarkirina êzidiyên di destê DAIŞ'ê de bikevin nav hewldanan.

Komîsyonê cara yekemîn derbarê êrişên ku di sala 2014'an de ji hêla DAÎŞ'ê ve li Îraqê li hemberî êzidiyan pêk hatin de raporek amade kir. Rapora ku ji 41 rûpelan pêk tê, diyar dike ku jin û zarokên êzidî yên li Sûriyeyê ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine firotin.

DAÎŞ'ê di sala 2014'an de li Sûriye û Îraqê beşeke mezin a erdnîgariyê kir destê xwe. Li bakûrê Iraqê bi dehhezaran êzidî hatin kuştin, bi hezaran êzidiyên ku ji ber êrişên çeteyan revîn xwe avêtin Çiyayê Şengalê, li war tî û birçî man. Bi hezaran mêrên êzidî hatibûn kuştin, jin û zarokên wan wekî kole hatibûn bikaranîn. Tê payîn ku NY dê kuştinên êzidiyan wekî komkujî pênase bike.

کۆدی بابهت: 58154 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۷ | کاتژمێر: 17 : 25

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 28 خرداد 1395 ساعت: 11:46

صفحه بندی