خرید بک لینک

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Moskowaya paytexta Rûsyayê bi wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov re dicive.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, Bîstemîn Korbenda Aboriya Navdewletî bi beşdariya hejmarek ji serkirdeyên welatên cîhanê û pisporên aboriyê li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê tê lidarxistin û şandeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûn di vê korbendê de û li ser daxwaza fermî ya Rûsyayê serdana wî welatî kiriye.

Sekreterê rojnamevaniyê yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê ji Rûdaw`ê re ragihand: Roja pênşemiyê 16`ê hezîranê Bîstemîn Korbenda Aboriyê li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê dest pê dike. Şandeke pilebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gihîştiye Rûsyayê, da ku di vê korbendê de beşdar bibe.

Samî Ergoşî herwiha got: Di kevana vê korbenda aboriyê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê bi serokparlamentoyê Rûsyayê, wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov û serokê Şîrketa Gazprom a Rûsyayê, Alexey Miller re hevdîtinan pêk bîne.

Ergorşî tekez kir: Beşdarîkirina serokwezîr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Rûsyayê hatiye.

کۆدی بابهت: 58152 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۷ | کاتژمێر: 17 : 9

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 28 خرداد 1395 ساعت: 11:46

صفحه بندی