خرید بک لینک

Balyozê Sûriyeyê yê li Moskovakê Riyad Hadad ragihand ku rast e ku Ebubekir El-Bexdadî ku xwe wekî xelîfe îlan kiriye, birîndar bûye û wê di demeke nêz de hemî endamên rêxistinê werin kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, balyozê Sûriyeyê yê li Moskovayê Riyad Hadad di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîk`ê de ragihand ku rast e ku Ebubekir El-Bexdadî ku xwe wekî xelîfe îlan kiriye, birîndar bûye û heta demeke nêz wê hemî endamên rêxistinê werin kuştin. Lê nûçeyên kuştina Bexdadî hîn nehatine serastkirin.

Riyad Hadad di berdewamiya axaftina xwe de got: Derheqê kuştina wî de hîn ti agahî neketine destê me, lê em teqez dizanin ku birîndar bûye. Lê ya herî girîng ne ev e û wê di demeke nêz de ne tenê Ebubekir El-Bexdadî belku hemî endamên DAÎŞ`ê werin kuştin.

کۆدی بابهت: 58176 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۸ | کاتژمێر: 13 : 45

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 28 خرداد 1395 ساعت: 17:12

صفحه بندی