خرید بک لینک

Serokê giştî yê îdareya veguhestin û deriyên sînor a saziya rahdarî û veguhestinên Îranê li hember şewitandina 2 kamyonên din ên îranî li Tirkiyeyê bertek nîşan da û Tirkiye li hember jiyana û mal û milkê ajokarên îranî berpirsyar da zanîn.

Li gor rapora Kurdpress'ê Mihemedcewad Etirçiyan roja şemiyê di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê ÎRNA'yê de got: Tirkiye li hemberî ewehiya navgîna veguhestinên Îranê di nav axa Tirkiyeyê de berpirsiyar e û şîrketên îranî jî divê ku mijara ewlehiya xwe de bi cidî tevbigerin.

Wî da zanîn ku ji 2 hfte berî niha ve ewlehiya hatûçûnê li Tirkiyeyê ketiye bin metisiyê û wiha berdewam kir: Me ji ber vê yekê ji 2 hefte berî niha ve hişyarî dabû şîrketên îranî yên li Tirkiyeyê ku ji bo hatûnûnên xwe riyên biewle bi kar bînin.

Etirçiyan got: Heya niha 15 kamyonên îranî di nav axa Tirkiyeyê de hatine şewitandin û hikûmeta vî welatî divê ku ji bo dayîna xesaran gavên pêwîst bavêje, ji ber ku li gor qanûn û peymanên navneteweyî, Tirkiye li hember jiyan û mal û milkê welatiyên Îranê berpirsyar e.

Roja çarşemiya derbasbûyî li rojhilatê Tirkiyeyê û herêma Tendûrekê 2 kamyonên îranî hatin şewitandin , lê tiştek li ajokaran nehat.

کۆدی بابهت: 58225 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲۹ | کاتژمێر: 22 : 31

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 30 خرداد 1395 ساعت: 3:54

صفحه بندی