Serokê navenda karên navnetewî û konvansiyonên Saziya Parastina Jîngehê ya Îranê got: Komara Islamiya Îranê sekinîna li hemberî diyardeya tep û tozê kir meseleyeke cîhanî.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Mecîd Şefîpûr her wiha got: Pêkhatin û pejirandina biryaameyên navnetewî li bara sekinîna li hemberî diyardeya tep û tozê li gorî insiyatîf û pêşengiya Îranê, bû sedema kişandina bala navnetewî û destpêbûna pêngavên di vî warî da.
Şefîpûr bal kişande ser bayên bi tep û toz ên vê dawiyê li Îranê û hinek welatên navçê jî got: Li gor viya ku navendên van tep û tozana li welatên Iraq, Erebistan, Sûriye û Urdinê ne û parêzgehên rojava û başûra rojavaya Îraê girtine ber xwe, dîmenên bi riya peykên esmanî hatine qeydkirin, jibo hevdengî û hevgaviya welatên navçê jibo nivîsgeha Jîngehparêziya Navnetewî û Pêşketina Mayinde ya Wezareta Karên Derve ya Îranê hatine şandin.
Şefîpûr tekez kir ku di encama şopandin û hewldanan da biryaame li civakên navnetewî hatin pejirandinê ku bilî zêdekirina hewldana welatên din jibo sekinîna li hemberî berfirebûna navendên tep û tozê û her wiha bala saziyên têkildar û pisporê sekinîna li hemberî beyarbûna çolan jibo pêngavrakirina kêrhatî kişandni ser vê meseleyê.
Diyardeya tep û tozê van salên dawiyê jiyana gelê başûr û rojavaya Îranê aloz kiriye.
SAHAR TV
کۆدی بابهت: 58267 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۰ | کاتژمێر: 16 : 2
برچسب:
نویسنده: استخدام کار