Du gundên Minbicê ku vê sibehê şerekî dijwar li wan diqewimî hatin rizgarkirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ANHA'yê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di operasyona xwe ya rizgarkirina Minbicê de du gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Gundên Yastê û Eyn El-Nexîl yên 3 km dikevin rojhilatê bajarê Minbicê piştî şerekî dijwar ji aliyê şervanên Minbicê ve hatin rizbarkirin.
Li herêma di navbera herdu gundan de îro danê sibehê şerekî dijwar qewimî û di encamê de 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
کۆدی بابهت: 58266 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۰ | کاتژمێر: 15 : 50
برچسب:
نویسنده: استخدام کار