Mafûrên destvehonandî yên kurdên Xurasanê û tirkmanên wê derê di lîsteya cîhanî de hat qeydkirin
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê TV`ya kurdî ya SAHAR`ê, serokê Saziya Pêşe, Maden û Ticaretê yê li Xurasana Bakûrê, Yehya Nîkdil got ku her sale ji 300 heya 400 hezar metrekare mafûrên destçêkirî li vê parêzgeha Îranê bi destê kurd û tirkmanên tên hûnandin.
Wî herwiha ragihand ku ev mafûrên kurdî û tirkmanî di lîsteya Saziya Cîhanî ya Xwedîbûna (malikiyeta) Fikrî de li ser navê van du neteweyên îranî hatin qeydkirin.
Saziya Cîhanî ya Xwedîbûna (malikiyeta) Fikrî (WIPO) yek ji wan 16 ajansên pisporî yên NY`yê ye ku ji bo teşwîqkirina berhemên xuliqkarane pêk hatiye û di çarçoveya piştgiriya ji xwedîtiya menewî de li cîhanê dixebite.
کۆدی بابهت: 58317 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 39
برچسب:
نویسنده: استخدام کار