خرید بک لینک


Li Mêrdînê teqîn

Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê teqîn çêbû, di teqînê de 4 kes birîndar bûn.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, li Pasaja Oz Muhacîroglu ya li Taxa Yeniyê teqîn çê bû, sedema teqînê nayê zanîn.

Di encama teqînê de B.G. (22), A.O. (46), A.Ç. (22) û H.E. (53) birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ji ber şideta teqînê di hin avahiyan de xisar çêbû. Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolînê dikin.

Guman dikin ku teqîn ji ber teqemeniya destî an bombeya destan çêbûbe.

کۆدی بابهت: 58315 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 25

ناردنی بۆچوون

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 31 خرداد 1395 ساعت: 19:50

صفحه بندی