Li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê, zilamekî bi hinceta “parastina namûsê”, keça xwe li ber çavên xelkê kuşt.
Li gor rapora Kurdpress`ê, duh danê sibehê li bajarê Xoyê, destê bavekî bi xwîna keça wî sor bû.
Şahidekî bûyerê ji BasNews`ê re ragihand ku zilamekî keça xwe di nav otobûsê de derxist derve û li ber çavên xelkê, bi tivinga nêçîrê, da ber guleyan.
Wî jêderî da zanîn ku keçik demildest hat kuştin û bavê wê jî ji aliyê polîs ve hat girtin. Li gorî agahiyên wî şahidê bûyerê, komek welatiyan xwestin ku keçikê bibin nexweşxanê, lê bavê wê gef li wan xwar û nehîşt.
Hat gotin ku bavê keçikê di lêpirsînê de gotiye ku wî ji bo “parastina namûsê” keça xwe kuştiye, ji ber ku têkiliyên wê yên evîndariyê bi xortekî re hebûye.
کۆدی بابهت: 58314 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار