Serokwezîr Bînalî Yildirim wiha got: Me guhên xwe ji hewarên ku ji çar aliyên dinyayê tên negirtin û em ê negirin jî. Lewra em hêviya mezlûman in, lewra em Tirkiye ne.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Yildirim bi minasebeta "Roja Dinyayê ya Penaberan" li ser hesabê xwe yê Twîterê peyamek parve kir.
Serokwezîr Yildirim di peyama xwe da wiha got:
"Me ji kesên ku xwestin em destê alîkariyê dirêjî wan bikin pirsa ol, bawerî û nîjada wan nekir. Em ê îro jî û sibê jî li cem wan bin. Me guhên xwe ji hewarên ku ji çar aliyên dinyayê tên negirtin û em ê negirin jî. Lewra em hêviya mezlûman in, lewra em Tirkiye ne.
Yildirim digel vê peyamê wêneyeke ku li kampa penaberan a li Îslahiyeya navçeya Dîlokê hatiye girtin jî parve kir. Di wêneyê da çend zarokên ku li ber Çadira Kizilaya Tirkiyeyê sekinîne û dikenin hene.
کۆدی بابهت: 58322 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳۱ | کاتژمێر: 20 : 41
برچسب:
نویسنده: استخدام کار