Li bajarê Dortmundê yê Almanyayê, kesekî alaya Tirkiyeyê ya li gara trenê hatibû hilawistin, daxist û slogan ji bo PKK`ê û Serokê PKK`ê Ebdulah Ocalan avêtin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, hat ragihandin ku kesekî alaya Tirkiyeyê li gara trênê ya Dortmundê rakir û avêt erdê. Ew ala ji bo welatên beşdarî şampyoniya EURO 2016`an dibin, hatibûn daliqandin.
Li gorî agahiyan ew kesê ku alaya Tirkiyeyê avêt erdê, piştî wê slogan ji bo PKK`ê û serokê wê Ebdulah Ocalan avêtine heta ku polîsan hatiye û ew ji cihê bûyerê dûr xistiye.
Ji aliyekî din ve, bi qasî di vîdeoyê de diyar dibe, piştî ku wî kesî alaya Tirkiyeyê avêtiye, hinek kesên tirk hatine pêşiya garê û bertek nîşan daye û ew bûyer bûye sedema aloziyan.
Spûtnîk
کۆدی بابهت: 58372 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱ | کاتژمێر: 23 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار