Serokê milîsên hêzên Iraqî yên Haşdî Şeibî Zulfiqar El Beldawî, ragihand ku piraniya deverên Felûceyê yên di bin kontrola DAIŞê de, ji destên wan hatine derxistin û ketine bin kontrola hêzên artêşê û hêzên milîsan.
Li gor rapora Kurdoress`ê, serokê milîsên hêzên iraqî ye Heşdî Şeibî Zulfiqar El Beldawî ji Sputnikê re axivî û got: Ji hêla leşkerî ve kontrola bajarê Felûceyê ketiye destên wan lê gelek tunel û zikakên teng li Felûceyê hene lewra dibe ku terorîstên DAIŞê li wan deran hinekî di ber xwe de bide.
Herwiha Zulfiqar El Beldawî ragihand ku ew niha di tunel, mal û hinek cihên veşartî de li dijî endamên DAIŞ`ê digerin û ew dever tên kontrolkirin.
Ji aliyeyê din ve, El-Beldawî diyar kir ku êzidî û xiristiyanên Musilê yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibû dîlkirin, di operasyona rizgarkirina Felûceyê de, hatin rizgarkirin.
کۆدی بابهت: 58371 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱ | کاتژمێر: 22 : 37
برچسب:
نویسنده: استخدام کار