Cewad Kerîmî parlementerê bajarê Meşhedê û endamê komisyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya parlemena Îranê ragihand ku terorîstan dixwestin li Mihabadê êrişên bombeyî pêk bînin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Cewad Kerîmî parlementerê bajarê Meşhedê û endamê komisyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya parlemena Îranê di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Tesnîm`ê de bal kişande ser axaftinên wezîrê îstixbaratê yên di civîna nefermî ya îro li parlemenê de û wiha got: Rêzdar Elewî di vê civînê de hin hûrgiliyên operasyonên taybet ên wezaretxaneya îstixbaratê yên li ser deşîfrekirin û desteserkirina terorîstên ku dixwestin li Mihabad, Tehran, Çabiharê û hin cihên din ên welêt, êrişan pêk bînin, parve kirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, di havîna sala 2010`an de, di dema meşa leşkerî ya hêzên çekdar ên welêt de, li Mihabadê êrişeke bombeyî pêk hatibû û di encamê de 11 jinên mihabadî û zorekekî 6 salî jiyana xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bibûn.
Ragihandina giştî ya wezareta îstixbaratê duh di daxuyaniya de ragihandibû ku yek ji pilanên herî mezin ên terorê ku rêxistinên tekfîrî yên wehabî dixwestin li welêt pêk bînin, hat pûçderxistin.
کۆدی بابهت: 58426 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲ | کاتژمێر: 18 : 18
برچسب:
نویسنده: استخدام کار