خرید بک لینک

Li parêzgeha Farisê otubûsa tijî leşker qelibî û di encamê de 19 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdpress`ê, serheng Hemîdî, fermandeyê polêsê rê yê Îranê di hevpeyvîna li gel ajansa nûçeyan a Esrê Îran`ê de got: Otubûsa ku ji parêzgeha Kirmanê ber bi Ehwazê ve diçû, li herêma Neyrîz a parêzgeha Farisê, ji ber nebûna gardreyla kêleka rê û kontrolnekirina wesayîtê ji aliyê ajokar ve, qelibî û ket newaleka 20 metroyî.

Wî got: Mixabin di vê qezayê de 13 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn. Herwiha 6 kesên din jî di rêya nexweşxaneyan de mirin û bi vî awayî hejmara kuştiyan derket 19 kesan.

Ev otubûs ji qereqola 05 a Kirmanê bi rê ketibû.

Serheng Hemîdî herwiha got: Qeza di demjimêr 01:20 xulekan de pêk hat û kesên tê de hemî leşker bûn.

Fermandeyê polêsê rê herwiha bal kişande ser qelibîna otubûseka din a leşkeran û got: Mixabin orubûseke din a leşkeran jî li parêzgeha Farisê û li ser rêya Fesayê qelibî û di encamê de 7 leşker birîndar bûn.

Herwiha ajansa nûeyan a Hourgan`ê jî di nûçeyekê de ragihand ku otubûseka din jî ku ji heman qereqolê ber bi Şîrazê ve diçû, li Serwistanê qelibî û di encama wê de jî 5 kes mirin û 40 kes birîndar bûn. Hîn ti çavkaniyeke fermî ev bûyer piştrast nekiriye.

کۆدی بابهت: 58441 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳ | کاتژمێر: 9 : 50

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 3 تير 1395 ساعت: 12:40

صفحه بندی