خرید بک لینک

Wezareta Îranê ya karên derve derbarê encama giştpirsiya li Berîtanyayê ya derheqê cidabûna wî welatî ji Yekîtiya Ewrûpayê daxuyaniyek weşand.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya dewletê, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: Komara Îslamî ya Îranê wekî welatekî gelsalar rêzê ji biryara gelê Berîtanyayê ya derheqê cidabûna wî welatî ji YE`yê re digire û dê vê biryayê wekî xwesteka pirraniya xelkê wî welatî di rêzik, pirensîb û pîvanên pêwendiyên xwe yên derve de berçav bigire.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin: Komara Îslamî ya Îranê hertim li pey berfirehkirina pêwendî û têkiliyên xwe yên li gel welatên ewrûpî li ser bingeha rêzgirtina dualî û destnewerdana di karûbarên navxweyî de bûye û derketina Berîtanyayê ji YE`yê jî wê ti guherînekê di nêrîn û siyasetên me li ser wî welatî de çê neke.

Roja pêncşemiyê li Berîtanyayê li ser cidahiya wî welatî ji Yekîtiya Ewropayê giştpirsî hat lidarxistin û zêdetir ji sedî 50 yê xelkê wî welatî dengê erê bi kar anîn.

کۆدی بابهت: 58562 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۵ | کاتژمێر: 18 : 14

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 5 تير 1395 ساعت: 22:30

صفحه بندی