Atolyeya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû. Xwendekarên atolyeyê dê "Çikûs"a Molîereyî bi kurdî bidin pêşandan.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, Atolyeya şanoyê ya ku 6 meh berê ji hêla Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di atolyeya ku bi beşdarbûyîna 20 xwendekarî dest pê kiribû, Ruknettin Gun, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer û Rezan Kaya ders dan. Di Atolyeyê de li gel dersên Vekolîna Lîstikê û Dîroka Şanoyê dersên wek deng, bêhn, beden, konsantrasyon, afirînerî, tîrad û hêza xeyalê jî hatin dayîn.
Dê xwendekarên atolyeyê bi derhêneriya Elvan Koçer lîstika "Çikûs"a Molîereyî di 26'ê hezîranê saet di 17.00'an de li Eywana Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê bi kurdî bidin pêşandan.
کۆدی بابهت: 58601 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۶ | کاتژمێر: 17 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار