خرید بک لینک

Komeleya Nivîskarên Kurd 3'yemîn kongreya xwe li darxist, bi kongreyê re rêveberî hat nûkirin. Endamê Komeleyê û endamê dîwanê Mihemed Çakmak diyar kir ku pêvajoya ku gelê kurd tê re derbas dibe, pêwîst dike ku hemî saziyên kurd xwe nû û birêxistin bikin, ji bo wê ew çûn kongreyê.

Li gor rapora Kuirdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, Komeleya Nivîskarên Kurd 3'emîn kongreya xwe ya awarte li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê lidar xist. Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bajarên cida tevli kongreyê bûn. Kongre bi axaftina vekirin û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê endamên komeleyê Edîp Berk, Enîse Çagar û Mihemed Çakmak hatin hilbijartin û dîwan birêve birin.

Piştî mêvanan endamê dîwanê Edîp Berk axivî û anî ziman ku wan dixwest wek nîvîskar evînê binivîsin lê jiyanek ewqas bi jehir bi wan didin jiyankirin ku ew naçar in îro Sûr û Cizîrê binivîsin.

Piştî axiftinan dengdana ji bo nûsafan hat pêkanîn. Piştî wê jî daxwaz, pêşniyar û hilbijartina rêveberiya nû hat pêkanîn.

Di encama hilbijartinan de 7 kes ji bo rêveberiya sereke û 7 jî cîgir hatin hilbijartin. 3 kes sereke û 3 jî cîgir ji bo venêrînê hatin hilbijartin.

Kesên ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin ev in: Yildiz Çakar û Mihemed Devîren ji bo hevserokatiyê, Hogir Berbir ji bo berpirsyarê darayî û Eybup Guven jî ji bo sekreteriyê hatin hilbijartin. Dîsa di nava 7 kesên rêvebir de Roza Metîna û Îlham Bakir jî hatin hilbijartin.

کۆدی بابهت: 58611 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۶ | کاتژمێر: 21 : 27

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 7 تير 1395 ساعت: 5:30

صفحه بندی