خرید بک لینک

Rojnameya El Sefir ku li Libnanê weşanê dike îdiya kir ku leşkerên Tirkiyayê û Erebistana Siûdî beşdarî şerê li Sûriyayê bûne.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, li gorî nûçeya di rojnameyê de derbas bû li Sûriyeyê netenê leşkerên Amerîka, Fransa û welatên rojava, leşkerên tirk û Erebistanê jî bi komên ku piştgiriya wan dikin re şer dikin. Rojnameyê diyar kir ku artêşa Sûriyeyê bi alîgirên xwe re li başûrê Helebê têkoşinek dijwar dide.

Rojnameyê destnîşan kir ku leşkerên tirk û Erebistanê jî li ‘Odeya rêveberiya navneteweyî' ku ji aliye Amerîkayê birêve dibe beşdar bûne. Erebistan û Amerîka niha piştgiriya komên çekdar bi ewayek rasterast û nerasterast piştgiriya çekan dikin.

Herwiha di nûçeyê de îdiyayên hanê jî cih girtin. Şer û pevçûn li başûrê Helebê duşemiya borî dest pê kiribû û 70 saet bênavber dewam kir. Leşkerên Tirkiya û Erebistana Siûdî bi komên El-Nusra, Ahrar El-Şam, Patiya Îslamiya Turkistan, Yekitiya 13`emîn, Artêşa Aksa û Feylak Şamê re li başûrê Helebê operasyon dane destpêkirin.

کۆدی بابهت: 58610 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۶ | کاتژمێر: 21 : 14

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 7 تير 1395 ساعت: 5:30

صفحه بندی