Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze navçeya Midyatê ya Mêrdînê û navçeya Erdîşê ya Wanê bike bajar. Herwiha hikûmet dixwaze navenda parêzgeha Şiexê bibe Cizîrê û ya Colemêrgê jî bibe Geverê. Herwiha biryar e ku navê Şiexê jî weke Bajarê Nûh bê guhertin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, hikûmeta AKP`ê dixwaze ku hêjmara bajarên Tirkiyeyê ji 81 bajaran bike 83 bajar.
Hikûmet dixwaze navçeya Midyat û Erdîşê bike bajar û bi vê yekê jî nasnavê bajarê mezin yê Mêrdîn û Wanê nemîne. Şaredariyên herdu bajaran jî di destê DBP`ê de ye.
Herwiha hikûmet li ser wê yekê dixebite ku, navê Şiexê weke Şehrî Nûh yanî Bajarê Nûh biguherîne. Li gor rîwayetan keştiya Hezretî Nûh li çiyayê Cûdî yê Şiexê rawestiyaye û Şiex navê xwe ji wê digire. Niha jî gelek rêxistin û welatiyên Şiexê navê bajêr weke Bajarê Nûh bi nav dikin.
کۆدی بابهت: 58667 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۸ | کاتژمێر: 10 : 25
برچسب:
نویسنده: استخدام کار