خرید بک لینک

Mihemedcewad Zerîf, wezîrê Îranê yê karên derve bi boneya salroja kîmyabarana Serdeştê peyamek weşand û got: Bûyerên tal ên kîmyabarana Serdeşt û Helbçeyê îro dubare dibin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera fermî ya dewletê, di peyama Mihemedcewad Zerîf de wiha hatiye: Heke civaka navneteweyî bi awayekî cidî li hember vê mijarê deekeve, wê di pêşerojê de karesatên wekî Serdeşt û Helebçeyê dubare bibin.

Di berdewamiya peyamê de wiha hatiye gotin: Bibîranîna salroja kîmyabarana Serdeştê derfeteke baş e ji bo têkoşîna li hember çekên kîmyawî li cîhanê û herwiha berpirsyariya civaka navneteweyî li hemberî êş û janên mexdûrên van cinayetên dijmirovî bibîr tîne.

Zerîf herwiha gotiye: Divê bi serbilindî ji xelkê birûmet ê Serdeştê re ragihînim ku di meha derbasbûyî de, wezareta karên derve ya Îranê ku civîna herêmî ya welatên endamên Konvansyona Jinavbirina Çekên Kîmyawî birêve dibir, kîmyabarana Serdeştê wekî beşek ji dewreyên perwerdeyê ya Saziya Jinavbirina Çekên Kîmyewî hat hilbijartin û wê ji bo agahdarkirina raya giştî ya navneteweyî derheqê ziyanên çekên kîmyewî bê perwerdekirin.

Wezîrê Îranê yê karên derve wiha berdewam kiriye: Daçikandina peykera mexdûrên çekên kîmyawî yên Serdeştê di hewşa Saziya Jinavbirina Çekên Kîmyawî li Laheyê, ku bi pêdagiriya Komara Îslamî ya Îranê pêk hat, naskirina vê karesata dijmirovane ji aliyê civaka navneteweyî ve radixîne ber çavan.

کۆدی بابهت: 58666 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۸ | کاتژمێر: 9 : 42

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 8 تير 1395 ساعت: 13:16

صفحه بندی