خرید بک لینک

DAÎŞ`ê ji aliyê Cerablusê ve êrîşî şervanên Minbicê kir. Piştî şerê 3 saetan DAÎŞ`î têk çûn û ji qadê reviyan.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, operasyona rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ’ê di roja xwe ya 28’emîn de berdewam dike.

Nûçegîhanên ANHA’yê ku operasyonê ji nêz ve dişopînin, ragihandin ku DAÎŞ`ê xwest ku îro sibehê di demjimêr 05.00’an de ji aliyê başûrê bajarê Cerablusê û bakûr Çemê El-Sacûrê ve derbasî eniyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibe.

DAÎŞ`ê xwest ku bi vê êrîşa xwe derbeyekê li şervanên Minbicê bide, lê bersiveke tund ji şervanan xwar û şer derket.

Şer li gundê Qîratê yê 19 km dikeve başûrê bajarê Cerablusê derket. Piştî şerê 3 saetan êrişa DAÎŞ`ê bi temamî hate pûçkirin û çete pade vekişiyan.

Li gorî agahiyên piştrast, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê maşîneyeke doçka li ser a DAÎŞ`ê rûxandin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan. Hate gotin ku gelek çete jî hatine kuştin, lê hejmara wan nehate zanîn.

کۆدی بابهت: 58692 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۸ | کاتژمێر: 16 : 28

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 8 تير 1395 ساعت: 22:45

صفحه بندی