خرید بک لینک


Li Pîrana Amedê teqîn

Li Pîrana Amedê di teqîna li hemberî wesayîta polîsan de, polîsê ku bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, li Pîrana Amedê vê sibehê li Taxa 27'ê Gulanê li texma Malên Afet Kumeyê yên li Kolana Erxeniyê li hemberî wesayîta polîsan bi wesayîteke bombeyî êrîş pêk hat û di êrîşê de ji 2 polîsên birîndar, yekî jê jiyana xwe ji dest da. Di encama teqînê de hatibû daxuyandin ku 6 sivîl û 2 polîs bidar bûne, ji wan polîsan yê ku bi giranî birîndar bibû bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê, lê li gel hemî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha sivîlên ku birîndar bûn jî tedawiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê didome.

کۆدی بابهت: 58690 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۸ | کاتژمێر: 15 : 56

ناردنی بۆچوون

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 8 تير 1395 ساعت: 22:45

صفحه بندی