Li Balafirgeha Ataturkê di termînala xetên derveyî de li peyhev 3 teqîn pêk hatin. Piştî teqînan dengên çekan hat bihîstin. Hat diyarkirin ku gellek ambûlans çûne cihê teqînê.
Li Balafirgeha Ataturkê di termînala xetên derveyî de li peyhev 3 teqînên dijwar pêk hatin. Piştî teqînan ketin û derketina balafirgehê hat qedexekirin û gellek ambûlans şandin cihê teqînê. Ekîbên teduristiyê mudaxaleya destpêkê li cihê buyerê pêk anîn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di wêneyên ku hatine kişandin de jî tê dîtin ku termînalên xetên derve rûxiyane. Li gorî şahidên cihê buyerê piştî teqîna destpêkê dengên çekan hatiye bihîstin û pişt re 2 teqînên din jî pêk hatine. Bi dehan kuştî û birîndar hene.
Her wiha li gorî hin îdiayan teqîn ji ber bombeya zindî pêk hatiye.
Piştî teqînê serokwezîr Bînalî Yildirim bi rêya telefonê bi wezîrê karên hindur Efkan Ala û waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn re axivî û der barê buyerê de agahî girt. Yildirim der bare buyerê de maseya krîzê ava kir.
کۆدی بابهت: 58698 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۹ | کاتژمێر: 1 : 45
برچسب:
نویسنده: استخدام کار