Wêje û weşangerî, agahiyên derbarê nivîskar, wergêr û weşanxaneyên bi kurdî wê bi projeya KurdîLitê ve berbiçavtir bibe.
Li gor rapora Kurdpress`ê, projeya KurdîLitê wî tiştî armanc dike ku agahiyên bingehîn ên derbarê nivîskar, wergêr û weşanxaneyên di warê wêje û weşangeriya bi kurdî de berhev bike û bi xwîneran re par ve bike.
Bi KurdîLitê re, wê agahiyên derbarê berhemên wêjeyî yên bi kurmancî û kirmanckiyê bên belavkirin û her weha bi aktorên wêjeyî yên navdewletî re xebatên hevpar bên organîzekirin.
Proje ji hêla Navenda Huner a Diyarbekirê, Weşanên Lîsê û Literature Across Frontierseyê ve tê meşandin. Ji bo danasîna projeyê sibê li Amedê merasîmek tê lidarxistin.
Spûtnîk
کۆدی بابهت: 58694 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۸ | کاتژمێر: 21 : 57
برچسب:
نویسنده: استخدام کار