Hat ragihandin ku Erdoxan û serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di axaftina bi rêya têlefonê de li ser girîngiya normalbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê sekinîn û bal kişandin ser girîngiya pêngavên ji nû ve vejandina pêwendiyên dualî û hevkariyên di warên siyasî, aborî û krîzên miroviyê de.
Li gor rapora Kurdpress`ê, di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariya Tirkiyeyê de hat destnîşankirin ku Erxoxan bi rêya têlefonê li gel Pûtîn axivî.
Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku Erdoxan û Pûtîn di axaftina xwe de li ser girîngiya normalbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê sekinîn û wiha hat gotin: Serokomar Erdoxan û birêz Pûtîn bal kişandine ser girîngiya pêngavên ji nû va vejandina pêwendiyên dualî û hevkariya di warên siyasî, aborî û krîzên miroviyê da. Birêz Pûtîn di xeberdana xwe da êrişa terorê ya li Stenbolê şermezar kiriye û di şexsê serokomarê me da serxweşî daye hemî xelkê tirk. Herdu lîderan xwedanbiryarbûna xwe dane nîşan ku divê peywendiyên dualî bên vejandin û li dijî terorê têkoşîn bê dayîn, herwisa dîsa di wê mijarê da jî li hev kirine ku divê peywendiya wan dewam bike, bên bal hev û rûbirû hevdu bibînin.
کۆدی بابهت: 58771 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۹ | کاتژمێر: 18 : 51
برچسب:
نویسنده: استخدام کار