خرید بک لینک

Cenazeyên 20 kesên ku di şer û pevçûnên li Şiexê de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin eşkerekirin ji aliyê polêsan ve bi dizî li goristana bêkasan hatin definkirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, nasnemeyên 20 kesên ku nehatin eşkerekirin li bajaroka Tilqabînê ya navçeya Sîlopiyê ji aliyê polêsan ve bi dizî li goristana bêkesan hatin definkirin.

Cenazeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê bûn ji aliyê polêsan ve hatin wergirtin û li goristana bêkesan a Tîlqabînê hatin definkirin. Hate diyarkirin ku polêsan dema definkirina cenazeyan de nehiştine ku ti kes têkeve goristanê.

Li navçeya Silopiyayê beriya 3 rojan jî li goristana bêkesan a taxa Ofîsê destpêkê 10 û piştre jî 5 cenaze hatibûn definkirin. Bi vî ewayî di nava 3 rojên dawî de 35 cenaze bi dizî hatin definkirin.

کۆدی بابهت: 58769 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۹ | کاتژمێر: 18 : 32

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 9 تير 1395 ساعت: 21:40

صفحه بندی