خرید بک لینک

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Îlya Morgunov got, Rûsya dê şandina çekan ji bo Artêşa Iraqê û hêzên kurdan bidomîne.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê,Îlya Morgunov bi Interfaxê re axivî û ragihand ku çekên ku Rûsya dişîne Iraqê dê ji bo rizgarkirina Musilê bên bikaranîn ta ku ji destên terorîstan bê xelaskirin.

Herwiha balyozê rûsî diyar kir ku ji her 2 mehan carekê, sewqiyata çekan bo Iraqê tê kirin. Balafirek ji bo pêdiviyên hêzên Artêşa Iraqê diçe Bexdayê, balafirek jî ji bo pêdiviyên hêzên kurdan di ser Bexdayê re derbasî Hewlerê dibe.

Ji aliyekî din ve, Morgunovî ragihand ku ew destûrê ji Bexdayê distînin û dûre çekan ji hêzên kurdan re dişînin.

کۆدی بابهت: 58773 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۹ | کاتژمێر: 19 : 18

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 10 تير 1395 ساعت: 0:57

صفحه بندی