خرید بک لینک

Wezareta Îranê ya karên derve ragihand: Li gor agahiyên herî dawiyê yên konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Stenbolê, di êrişa terorîstî ya şeva derbasbûyî de heta niha hevwelatiyekî Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ÎSNA`yê, Hesen Qeşqavî, cîgirê parlemenî, konsulî û karûbarên îraniyên derveyî welêt, yê wezareta Îranê ya karên derve ragihand: Li gor agahiyên herî dawiyê ku ji me re hatine şandin, herwiha 5 îranî jî birîndar bûne.

Ev agahî û hejmar heya niha gihîştine ber destê me û em hêvîdar in ku hejmara mirî û birîndarên îranê zêdetir nebe.

Wî herwiha got: Em ê di demên pêş de agahiyên herî dawiyê ji gelê xwe re ragihînin.

کۆدی بابهت: 58772 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۹ | کاتژمێر: 19 : 6

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 10 تير 1395 ساعت: 0:57

صفحه بندی