خرید بک لینک

Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala, der barê êrîşa li Balafirgeha Atatirkê de got: Hemî zaniyarî û delîlên di destê me de DAÎŞ`ê wekî êrişkar nîşan didin. Lê dîsa jî teqez nîne.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarl AA`yê, wezîrê karê navxweyî Efkan Ala di beameyeke fitarê da, der barê êrişa li ser Balafirgeha Atatirkê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Ala di bersiva pirsa "Gelo teqez bû ku ewên êrîş li dar xistin endamê DAÎŞ`ê ne?" de got: Hemî zaniyarî û belgeyên di destê me de DAÎŞ`a rêxistina terorê nîşan didin. Lê dîsa jî teqez nîne. Hinek zaniyarî û kes di destê me de hene. Di vê çarçoveyê da hemî girêdan û têkilî tên nirxandin. Di encama gihiştina wan îrtîbatan de wê rewş jî rêxistin jî safîtir bibe. Lêpirsîneke girîng û berfireh tê kirin.

Alayê wezîr destnîşan kir ku ew êriş bi terora gerdûnî ve ji nêzîk ve têkildar e û wiha pê da çû: Delîlên destketî nîşan didin ku hinek ji êrişkaran bi regez biyanî ne. Lêpirsîn didome dibe ku encamên nû jê derkevin. Ez dixwazim bibêjim ku di lêpirsînê de pêşveçûneke berbiçav çê bûye.

کۆدی بابهت: 58825 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۰ | کاتژمێر: 15 : 59

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 10 تير 1395 ساعت: 19:27

صفحه بندی