خرید بک لینک

Li Cizîr û Kobaniyê 36 mamosteyên din ên li ser terz û rêbazên perwerdekirin hatin amadekirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, dewreyeke din a amadekirina mamosteyên dibistanan duh bi dawî hat. Şahiya bidawîbûna dewreyê li Navenda Çand Û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan bi beşdariya bi dehan mamosteyan, hat lidarxistin.

Vê dewreya ku bi beşdariya 36 mamosteyên ji kantonên Cizîrê û Kobanê pêk dihat 35 rojan dewam kir. Di dewreyê de terz û rêbazên dersdayînê hatin hînkirin, her wiha dersên ramyarî û zanistiyê jî hatin dayîn.

Ji bo bidawîkirina dewreyê şahiyek hate lidarxistin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama rêveberiya KPC-Demokratîk Nûjîn Bilind, Endama Rêveberiya akademiya amadekar Semîra Hacî û Cîgira Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra El-Ezîz, axivîn.

Axaftvanan bidawîbûna dewreyê li mamosteyan pîroz kirin û hêvî kirin ku sala perwerdeyê ya nû serkeftîtir derbas bibe.

Di şahiyê de, komên Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran stran û dîlan pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de, nasname li mamosteyan hatin belavkirin.

کۆدی بابهت: 58824 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۰ | کاتژمێر: 15 : 44

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 10 تير 1395 ساعت: 19:27

صفحه بندی