Li gor rapora Kurdpress`ê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku ji çareseriya krîza Sûriyeyê kedeke mezin dide bangî hemkarê xwe yê amerîkî John Kerry kir ku di dema herî kin de divê hevdîtinên aliyên Sûriyeyê yên Cenevreyê werin dest pêkirin.
Hevdîtinên Cenevreyê divê hê di 29ê Rêbendanê de bihata kirin, lê ji bo pêşveçûn çênebû hiştibûn 25ê Sibatê. Di 25ê Sibatê de jî ji bo ku şert û mercên civînê ne amade bûn, ji bo 7ê Adarê hatibû paş xistin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura 3 roj berê ragihand ku hevdîtinên Cenevreyê wê di 9ê Adarê de werin li dar xistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov û Kerry berî hevdîtinên Cenevreyê bi rêya telefonê rewş nirxandin. Her du alî jî wekî hev difikirin ku hevdîtin demek berî demeke werin kirin. Her wiha her du wezîr jî bo berdewamiya peymana agirbesta Sûriyeyê hevkariya xwe dê bidomînin
کۆدی بابهت: 53880 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۵ | کاتژمێر: 15 : 47
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار